Mehmet Kemal Işık
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mehmet Kemal Işık an jî Torî (jdb. 1931 li Midyad - m. 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an Stembol) nivîskarekî kurd bû. Torî, li herêma Torê, li bajarê Midyadê, ji dayikeke diyarbekirî û bavekî midyadî di sala 1931ê de hatiye dinyayê. Li dibistana "Dicle Köy Enstitüsü" (Erxanî) mamosteyî xwend.
Mehmet Kemal Işık | |
---|---|
Jidayikbûn | 1931 ![]() |
Mirin | çiriya pêşîn 2010 (78–79 salî) |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Di sala 1985an de kitêba wî ya kurteçîrokan bi navê "Qolinç" li Stokholmê hate weşandin. Paşê bi navê "Şîlan" kitêbeke din ya kurteçîrokan û bi navê "Mendik" romanek nivîsand û da weşandin. Torî di wextekî navbir de bi nivîsandina kurteçîrokan û bi kitêbên tarîxî re mijûl bû. Wî di vî warî de 18 kitêb nivîsandin. Di heman wextî de jî ew ferhengeke kurdî-tirkî ya bi 12.800 peyvî nivîsandiye.[1]
Toriyê ku hê jî di nav çalakiya nivîsandina kitêbên dîrokî de ye, di 17ê tişrîn/çiriya pêşiya 2010an de li Stembolê mir.