From Wikipedia, the free encyclopedia
Tirşik navê komekê xwarinên pêjgeha kurd e. Gelek cureyên wê hene û mirov dikare bêje, kurdan ji ber ku hinekê tirş e, gelek xwarin wekî tirşik binavkirine.
Mixabin lêkolîneke zanistî li ser xwarinên kurdî nehatiye kirin. Kesên ku li ser vê babetê xebitîne jî pirranî li ser herêma xwe sekinîne. Ji ber wê ye gelek tevlîhevî û şaşi hene.
Li hin deveran ji tevahiya şorbeyan re tirşik dibêjin ku ev ne rast e.
Li gelek cihan ji tirşoyê jî şorbeyê çêdikin û jê re tirşik dibêjin. Pelên tirşoyê tên ristekirin û wê dixin dîz an quşxaneyê. Mast an dew berdidin ser, herwiha ava germ, nok, dan û xwê jî.
Ser wê ard (arvan) belav dikin, devê wê digirin û bi pot û çatan pordikin ku germa xwe xwedî bike. Wisa şevekê tê rawestandin. Sibeyê didin ser agir û bo demekê dirêj tê kelandin. Bi sarî tînin ser destexaneyê. Ji aliyê vîtamîna K dewlemend e.
Tîkegoşta xwe (ji goştê mihê û hinekê bi donê ve) bixin dîzê pîvaz, firengê tîke bikin, qatekê bila goşt, yek yek pîvaz û fireng be, wî awayî di dîzê de bicih bikin. Bexdenûsê bixin ser û bo qasî 2 katjimêrê bikelînin.
Berkelî bo 4 kesan:
Çêkirina wê: Rojekê berê nok, keşk, mast û ard bixin quşxaneyê heya ser wan bê porkirin avê berdin ser. Devangê bidin ser, bi pot û çatan binixumînin ku germ xwedî be. Bila şevê heya berbangê wiha bimîne.
Roja din danê spî tevlî bikin, xwê bavêjinê û bikelînin. Di agirê nizm de bi qasî 30 deqe bikelînin û bo xwarinê bînin ser destexaneyê.
Di wêjeya devkî ya kurdî de cihekê tirşikê yê girîng heye. Dibêjin berê key, mîr û axayên kurd xêra xwe li xizanan tirşik belav dikirine. Xizan li derê palas û pêjgehên wan rêz dibûne. Hin kesên kone (qurnaz) û şelaf ji bo pirr bixwin xwe didane pêş an ji bo xwarinê, ji mîr û axayan re şelafî û pesindarî dikirine.
Têgîna tirşikxwar, tirşikçî derbasê siyasetê jî bûye. Kesên bo berjewendiyên xwe piştgirî û pesindariyê dikin re tê gotin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.