The End of History and the Last Man
From Wikipedia, the free encyclopedia
The End of History and the Last Man (bi kurdî: Dawiya dîrokê û mirovê dawî) navê pirtûkeke Francis Fukuyama ye ku di sala 1992an de derket. Pirtûk firehkirina ceribandina wî ya 1989an Dawiya Dîrokê? (The End of History?) ye, ya ku di kovara têkiliyên navneteweyî The National Interest de hatiye weşandin. Di pirtûkê de, Fukuyama niqaş dike ku hatina Demokrasiya Lîberal a rojava dikare bibe nîşana xala dawî ya Guherîna sosyoçandî ya mirovatiyê û dikare bibe forma dawî ya rêvebirina hikûmetên miravatiyê.
The End of History and the Last Man
| |
---|---|
Welat | |
Ziman | Inglîzî |
Dema avabûnê | |
Dema weşandinê | 1992 |
Nivîskar | |
Weşanxane | |
Şêwe | Non-fiction |
Mijara sereke | Sociocultural evolution û end of history |
Rêza yekem | |
The twentieth century, it is safe to say, has made all of us into deep historical pessimists. | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Pozîsyona Fukuyama xwedî hinek nakokiyên li gel Karl Marx e ku Marx difikire ku dîroka hevrikî dê bidawî be bi komûnîzmê li şûna kapîtalîzmê. Fukuyama xwe bi Marx di radeyekê de dide nasîn lê bi rêya Alexandre Kojève bi fîlozofê elman Hegel bêhtir xwe dide nasîn.