Termodînamîk
beşa fizîkê ya ku têkildarî tîn, germahî û kar e / From Wikipedia, the free encyclopedia
Termodînamîk, beşa fizîkê ya ku peywendiyên di navbera enerjiya tînê û enerjiya kînetîk de dinirxîne ye. Bi vegotineke hêsan termodînamîk, bi transfera enerjiyê ya ku ji cihekî heta ji cihekî din re berdewam dibe, pê têkildar dibe.Têgîna girîng a ku di vî pêvajoyê de tîn e.Tîn teşeyekî enerjiyê yê ku ji karekî mekanîk re lê tê ye.
Têgîna Temodînamîkê bi Yewnanî, pevgihana peyvên thermos(tîn) û dynamic(enerjî) pêk hatiye. Ew bi têgînên fizîkî wekî enerjî, tîn, kar, entropî û ekserjî têkildar dibe.
Termodînamîk her çiqas bi danûstendina enerjiyê têkildar bibe jî, bi leza van pêvajoyan têkildar nabe. Jiber vê yekê gava ku termodînamîk tê gotin asasî termodînamîka hevsengiyê tê alazkirin.Bi bûyerên ku bi dem ve girêdayî ye, termodînamîka ku ne di hevsengiyê de ye pê re têkildar dibe.