![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/54/Sarona_CBD_01.jpg/640px-Sarona_CBD_01.jpg&w=640&q=50)
Tel Avîv
From Wikipedia, the free encyclopedia
Tel Avîv, bi fermî Tel Aviv-Jaffa, navenda aborî û civakî ya Îsraêlê ye û wekî mezintirîn (an duyemîn bajarê herî mezin) ê welêt tê hesibandin. Herêma metropolê ya Guş Dan, bi navçeya Tel Avîvê û bi derdora 254 şaredariyan, zêdetirî 3 milyon niştecihên wê hene, ku bi qasî sêyeka nifûsa Îsraêlê ye.
Tel Avîv | |
---|---|
Tel Aviv ![]() | |
![]() | |
Navê(n) din: | |
Tel Avîv li ser nexşeyê![]() | |
Koordînat: 32°4′48″Bk 34°46′48″Rh | |
Dewlet | Îsraêl, Mandaya Brîtanî ya Filistînê, Occupied Enemy Territory Administration, Împeratoriya Osmanî ![]() |
Li beşa îdarî | |
Paytexta | |
Dema avabûnê | 11 nîsan 1909 ![]() |
Îdarî | |
• Şaredar | Ron Huldai (1998–) ![]() |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 52 km2 (20 sq mi) |
Bilindahî | 5 m (16 ft) |
Nifûs | 460.613 (2019) ![]() |
Demonîm | telavîvî, xelkê Tel Avîvê |
Dem | |
Koda telefonê | 3 ![]() |
Malper | www![]() |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Tel Aviv bi eslê xwe deverek bajarê kevnar ê Jaffa bû û di sala 1909an de hate damezrandin. Di sala 1950an de her du bajar bûne yek. Di salên pêşîn ên piştî damezrandina dewleta Îsraêlê de, bajar navenda hikûmetê bû.[1][2][3] Avahiyên hikûmetê li navçeya Sarona bûn. Tel Aviv-Jaffa hîn jî cihê wezareta parastinê û servîsên îstîxbaratê Mossad û Shin Bet e. Hema bêje hemû balyozxaneyên biyanî îro jî tê de ne. Di heman demê de ew navenda burseya neteweyî (Tel Aviv Stock Exchange) û Zanîngeha Tel Avîv e.
Tel Aviv-Jaffa yek ji mezintirîn navendên aborî yên rojhilata navîn e.[4] Bajarê Spî yê bi piranî bi şêwaza Bauhausê, navenda herî mezin a cîhanê ya avahiyên bi şêwaza navneteweyî ye, û ji sala 2003an vir ve wekî kelepora cîhanê ya UNESCOyê ye.[5]