Teatreya Jiyana Nû
From Wikipedia, the free encyclopedia
Teatreya Jiyana Nû, Teatra Jiyana Nû, anku Şanoya Jiyana Nû, komeke şanoyê ya kurd e, ku ji 1992'an ve di bin serbana NÇM ya Stembolê de karê xwe dike.
Piştî sazkirina NÇM'ê, pêwistiya komên hunerî yen cûr be cûr hatî dîtin. Ji wan koman komek jî, koma şanoyê bû. Koma şanoyê ji karkeran, xwendekaran û bêkaran pêk hatibû. Koma Şanoyê cara yekem di bin rêvebiriya Mamoste Cemil de dest bi xebatên xwe yên şanoyê kir. Heyanî sala 1992'an, koma şanoyê xebatên xwe li ser navê Koma Teatra NÇM’ê didomand. Koma Şanoyê, di vê demê de bi navê Mişko fablek derxist ser textê şanoyê û pêşkeşî temaşevanên xwe kir. Piştî vê fablê çend kes ji ber hin sedeman ji komê veqetiyan. Yên mayî, bi nû ve xwe bi rê kirin û dibistana şanoyê vekirin.