![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d3/Herodotus_Massimo_Inv124478.jpg/640px-Herodotus_Massimo_Inv124478.jpg&w=640&q=50)
Dîrok
lêkolîna zanistî ya demên berê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye[2][3] ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin.[4] Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.[5]
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/d/d3/Herodotus_Massimo_Inv124478.jpg/640px-Herodotus_Massimo_Inv124478.jpg)
Ên ku demên berê bi bîr nayînin, mecbûr in ku serpêhatiyên berê dubare bikin.[1]
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê"[6] tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin.[7] Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand.