From Wikipedia, the free encyclopedia
Tîbet erdê pîroz ê Budîstanê li Asyaya Navîn e.
|
Gotina Tîbet him ji bo hemû erdnigarê tîbetî, him jî ji bo Herêma Otonom a Tîbetê tê bikaranîn, ya ku piştî dagirkirina herêmê ji aliyê Komara Gel a Çînê ve di sala 1965an de wek îdariyeke siyasî hatibû avakirin. Herêma Otonom a Tîbetê ji niviya herêma çandî ya tîbetan pêk tê û di nava başûrê Tîbetê disekine. Herêmên bakûr û rojhilata erdnigarê tîbetî di nava eyaletên Qinghai, Gansu, Sichuaan û Yunnan de hatine parvekirin. Wextê ku di zimanê çînî de behsa Tîbetê (bi çînî: 西藏, bi tîbetî: བོད་ལྗོངས, །bod ljongs) tê kirin, gotina 'Tîbet' hertim weke şûna Herêma Otonom a Tîbetê tê bikaranîn. Di zimanê tîbetî de jî ev gotin tenê ji bo herêma serbixwe (bêyî herêmên rojhilat ên tîbetî Amdo û Kham) tê bikaranîn. Heger qala hemû erdnigariya tîbetî tê kirin, divê gotina bod çen (Tîbeta Mezin) bê bikaranîn.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.