Têlemaxos
Kurê Odîseûs / From Wikipedia, the free encyclopedia
Têlemaxos di mîtolojiya yewnanî de mîrzayê keyaniya Îtakêyê û lawê Odîseûs û yê Pênelopê ye. Ew karakterekî navendî ya Odîseya ya Homêr e. Dema Têlemaxos gihîşte dema berbextiyê, ew ji bo lêgerîna bavê xwe yê gerok çû serdana Pîlos û Sparta. Wexta ku ew vedigere Îtakêyê, dibîne ku Odîseûs beriya wî hatiye malê. Çar pirtûkên pêşîn ên Odîseyayê balê dikişînin ser rêwîtiyên Têlemaxos di lêgerîna nûçeyên li ser bavê xwe, yê ku hê ji Şerê Troyayê venegeriye malê û bi kevneşopî bi sernavê Têlemaxia tê zanîn.[1]