Sîwan (herêm)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sîwan, dikeve rojavayê Qora Berber û ji Xana Kelê şûn ve dest pê dike. Herêma Sîwanê gelek fireh ye, bi tenê beşeke biçûk li ser Licê ye. Zevî û axa Sîwanê ji çandiniyê re dest nade. Herêmeke feqîr û çiyayî ye. Sîwan bi tûwên xwe bi navûdeng e. Ji derî xwarina tûwên teze şîreya tûwên teze jî derdixin û pê bastêx çêdikin. Yên mayî jî hişk dikin û jê e qawindên tûwan dibêjin. Di zemanê berê de qawindên tûwan dibirin di herêmên din û Licê de, bi genim re diguhartin. Niha dibin bajêr difroşin.
![]() | Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tîrmeh 2024) |
Li herêma Licê ev cureyên tûwan hene: tûyên malote, mircik, paloyî, reş, romî, sor, sîpanî, spî, şekirik, xurme…