From Wikipedia, the free encyclopedia
Siyasetnasî dîsîplîneke civaknasiyê ye ku bi xebatên dewlet û netewe û hikûmet û siyaset û siyaseta hikûmetê ve têkildar e.
Siyasetnasî | |
---|---|
Pêk tê ji | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Arîstotelês vî karî wek xebatên dewletê dide nasîn.[çavkanî hewce ye] Ev li gel teorî û praktîkên siyasetê û analîzên sîstemên siyasetê û tevgera, çanda siyasetê ve têkildar e. Zanyarên siyasetê xwe wek mijûlkerên rûdaw û rewşên siyasî yên di bin têkiliyan de derdikevin dibînin û ev zanyarên hane ji bo prensîbên giştî derbarê rêberiya dinyayê yên xebatên siyasî dixebitin.
Siyasetzanî li gel warên din jî têkildar e; aborîyê, dadê, civaknasîyê, dîrokê, mirovnasiyê, rêvebirina civakê, siyaseta giştî, siyaseta netewî, têkiliyên navnetewî, siyasetên berawird, derûnnasî, rêxistinên siyasî û felsefeya siyasetê dihundirîne. Her çend li sedsala 19an de kodkiriyî be jî, dema hemû civakzanî ava bûn, siyasetzanî xwediyê rehên kevn bû; bi rastî, ew berî 2500 sal pêş niha di nav xebatên Platon û Arîstotelês de hebû.
Siyasetnasî gelek caran dibe 5 parên cuda yên bin-dîsîplînê ku rewşên hevrebûnê çêdike.
Felsefeya siyasetê li gel lêzedekirinên cur be cur yên ramanvanên klasîk wek Arîstotelês, Niccolò Machiavelli, Cicero, Platon û yên din ve gelek têkildar e.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.