![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/6b/Syria_location_map3.svg/langku-640px-Syria_location_map3.svg.png&w=640&q=50)
Serhildana Rojavaya Kurdistanê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Serhildana Rojavaya Kurdistanê ew serhildan e ku di 2012'an de li Rojavaya Kurdistanê dest pê kir. Destpêka wê bi bidestxistina rêveberîya bajarê kurd ê Kobanê re di 19 temmuzê de ya. Konseya bilind, bi levgihiştina hêz û partiyên kurd re li Hewlêrê hat temenê wê bi "peymane Hewlêrê" re hat avêtin û ava kirin. Piştre bi navê "Lijneya bilind a kurd" bidest karê xwe kir. Hêzên Parastina Gel YPG jî, weke hêza parastina rojavaya Kurdistanê ya artêşî demezrandina xwe danezand.
Ev gotar di derbarê bûyereke rojane de ye ku di naveroka vê gotarê de agahiyên rojane hene. Dibe ku ev gotar bi awayekî bilez bê guhertin, agahî lê bên zêde kirin û agahiyên heyî yên di naveroka gotare bêne guhertin.
Ev gotar li gorî herikîna bûyerê carna dikare were rojanekirin. Tu jî dikarî agahiyan li gotarê zêde bikî lê ji kerema xwe jibîr neke ku naverokên ji çavkaniyên bêbawer hatine wergirtin têne jêbirin yan jî têne guhertin. Di derbarê mijar û naveroka gotarê de tu dikarî li ser gotûbêja gotarê fikrên xwe binivîsî. |
![]() |
Ji bo teyîdkirina agahiyên vê gotarê zêdetir çavkanî hewce ne. (adar 2024) |
Kurdên rojavaya Kurdistanê, bi rêyên demokratikî li hemû herêmên xwe dest danîn li ser rêveberîyên herêmî. Heta ku ji wan hat nehiştin ku xwîn ji wan û ji yên li hemberê wan birijie. Lê hin komên ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê hildidan, çûne li ser kurdan de girtin û bi dehan ji wan li Helebê û li hin deverên din qatilkirin. Kurdan ji rewşa aloz ya ku li Sûriyê pêk dihat sûd wergirtin û pey re pê de pê de cih û warên xwe ji dest rejîma Sûriyê derxistin û hemû sazî û rêxistinên dewletê xistin bin konrtola xwe.
Û ya dîtir jî, dema ku kurdan rêveberiya bajaran bi dest xist, dest bi avakirina pergala xwe ya perwerdehiyê kirin. Bi dehan dibistanên heyî yên ji rejîmê mabûn, ji bo perwerdehiya zimanê xwe xebitandin. Bi vî awayî saziyên civakî ên wek meclîsên gel û malên gel ava kirin. Bi vê rengî êdî pergala xwe ya civakî û parastin û perwerdekirinê xurt kirin.