![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/5e/Sergey_Surovikin_%25282021_photomontage%2529.jpg/640px-Sergey_Surovikin_%25282021_photomontage%2529.jpg&w=640&q=50)
Sergey Surovîkîn
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sergey Sorovîkîn an jî bi fermî Sergey Vladimirovich Surovikin (bi rûsî: Сергей Владимирович Суровикин; 11'ê kewçêrê 1966), generalekî artêşa Rûsyayê û Fermandarê Hêzên Esmanî ye. Ew berpirsê damezrandina Midûriyeta Serekî ya Polîsa Leşkerî bû, ku di nava Artêşa Rûsyayê de rêxistinekî nû ye.[1] Surovîkîn di navbera salên 2013 heta 2017an de fermandariya Navçeya Leşkerî ya Rojhilatî kiribû û weke fermandarê Koma Hêzên Sûriyê di destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di şerê navxweyî yê Sûriyê de, ji medyaya nûçeyan re hat pêşkêşkirin.
Agahiyên Praktîk Generalê Artêşê, Jiyan ...
Sergey Surovîkîn Sergei Vladimirovich Surovikin | |
---|---|
![]() | |
Generalê Artêşê | |
Jiyan | |
Jidayikbûn | Сергей Владимирович Суровикин 10 çiriya paşînê 1966 (berî 57 salan) (1966-11-10) Novosibirsk, RSFSR, Yekîtiya Sovyetê |
Zarok | 2 |
Xizmetên leşkeriyê | |
Pabendî | ![]() ![]() |
Şax |
|
Salên xizmetê | 1987–didome |
Fermandarî | Firqeya 34emîn a Tivingên Motor Firqeya Tivingên Motorê ya 42emîn Pasdaran Artêşa Zêrevanên 20emîn Navçeya Leşkerî ya Rojhilat Koma Hêzên Sûriyê Hêzên Hewayî yên Rûsyayê |
Şerên tevlêbûyî |
|
Xelat |
|
biguhêre![]() |
Bigre
Ew fermandarê Koma Artêşa "Başûr" ya Hêzên Artêşa Rûsyayê di sala 2022an de, di êrîşa Rûsyayê li ser Ûkraynayê de bû.[2] Di 8ê cotmehê de, ew bû fermandarê hemû hêzên rûsî yên ji bo dagirkirina Ûkraynayê.[3]