Serdema kevirî
serdemeke pêşdîrokî ya fireh e ku kevir ji bo çêkirina amûran dihat bikaranîn / From Wikipedia, the free encyclopedia
Serdema kevirî serdemeke pêşdîrokî ya fireh e ku kevir ji bo çêkirina amûran dihat bikaranîn. Ev serdem bi qasî 3,4 mîlyon salan dewam kir[1] û bi destpêka kêsimandina metalan[2] di navbera 4.000 b.z. û 2.000 b.z. de qediya. Têgiha "serdema kevirî" di arkeolojiya piraniya cihên cîhanê de bi kêr tê, her çend e ku di arkeolojiya hin cihên din de navên din werdigire. Dabeşkirina li jêr ji bo Ewrasyayê tê bikaranîn lê ne li seranserê hemû herêmê.