![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e2/Ataque_bolsonarista_ao_Congresso_Nacional_do_Brasil.png/640px-Ataque_bolsonarista_ao_Congresso_Nacional_do_Brasil.png&w=640&q=50)
Serdegirtina kongreya Brezîlê 2023
From Wikipedia, the free encyclopedia
Serdegirtina kongreya Brezîlê, serdegirtineke kongreya Brezîlê ku di 8ê kanûna paşîn a sala 2023an de, piştî têkçûna serokê wê demê Jair Bolsonaro a di hilbijartinên giştî yên Brezîlê ya sala 2022an de, ji aliyê girseyek ji alîgirên wî êrîşî avahiyên hikûmeta federal a Brezîlê li paytexta Brezîlê kiriye. Girseya gel êrîşî Dadgeha Federal a Bilind, avahiya Kongreya Neteweyî û Qesra Serokatiyê ya Planalto ya li Plazaya Sê Hêzan kir û xera kir û xwest in ku bi tundî serokê bijartî yê Brezîlê Luiz Inácio Lula da Silva ku di 1ê çileyê de dest bi wezîfeyê kiribû, dest ji erkdariya wî (wezîfe) bidin berdan. Di dema êrîşê de Lula û Bolsonaro li Brezîlê nebûn.[1][2][3][4]
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e2/Ataque_bolsonarista_ao_Congresso_Nacional_do_Brasil.png/640px-Ataque_bolsonarista_ao_Congresso_Nacional_do_Brasil.png)
Êrîş hefteyek piştî sondxwarina Lula qewimî û piştî demekê çend hefte nerazîbûnên alîgirên Bolsonaro pêk hat. Zêdetirî pênc saetan berxwe da ku hêzên ewlehiyê yên Brezîlê her sê avahiyan ji serhildanan bistînin ku demjimêr 21:00 (UTC−03:00) de destpê kiribû.[5][6] Êrîşa li ser avahiyên hikûmetê ji çar aliyê cîhanê ve hatin şermezarkirin.[7][8]
Li hemberu êrîşê, saet 18:00 (Saeta Brezîlê) de, Lula ragihand ku wî biryarnameyek îmze kiriye ku heya dawiya çileya sala 2023an li herêma federal destûra rewşa awarte ya federal hatiye dayîn.[9] Kongre di dema êrîşan de ne di rûniştinê de bû lê wê di 10ê çileyê de bi lez û bez deklerasyon hatin pejirandin.[10][11]