Di Serdema Navîn de şerên Misilmanan û Dêra Latînî From Wikipedia, the free encyclopedia
Seferên xaçperestan an seferên xaçparêzan seferên xiristiyananê bo armanca xakên pîroz ji misilmanan bistînin di nêvbera salên 1095an-1291an de hatibûn li dar xistinn. Ji bo Orşelîmé û xakên pîroz ji destên misilmanan bifilitînin ew bi gelemperî pê banga Papa re, serokê xiristîyanên Ortodoks, hatin derxistin.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî, ermenî û çekî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Di wê demê de neh seferên xaçperestan hatin der xistin. Lê van seferên hatin dar xistinî bi temamî ne bo Felestîn û hembera misilmanan bûn. Wek sefera çaram li hemberî Bîzansê hatibû der xistin.
Sedema bingehê bo van seferan sedema olî bû. Armanca rawestandina belavbûna misilmanan û dest xwe xistina bajar û xakên pîroz bû. Ji sedsala 7'an şunda îslamiyet ji Asyaya Navîn derket û li Efrîka, Anatoliya û Endulus û Spanya belav bû. Paş di Şerê Milazgirê de Bîzans li hemberî Selçûqan de bin ket re Anatoliya bi piranî kete bin destên Selçuk û Misilmanan.
Kînga Selçukan Anatoliya dest xwe xistin Bîzans û Konstantinopolis jî keta bin talîkeyeka mezin. Ji bo Bîzans sînor û bajarên dest xwe de biparêze, wek Seferên xaçperestan ya yekem de bûyî banga arîkariya Xiristîyanan kir.
Pê Anatoliya bi destên Selçukan ket re Bîzansê alîkarî ji Xristiyanên Ewropayê xwest. Di sala 1095an de ji pê banga Papa re Xaçperest der ketine seferê û Qudis di sala 1099an de dest xwe xistin û li wir Keyaniya Orşelîmê û hin dewletên din saz kirin. Anatoliya bi piranî şunda ji Selcûqan stendin.
Paş Riha di sala 1044'an de şunda kete destên misilmanan re Papa daxwaza sefereka din kir. Lê di vê seferê de heta ku xaçperest di 1147an de gehîştina Orşelîmê, piranî birêve hatin tune kirin. Ji bo Şamê ji misilmanan bistînin rapêçan jî, negêhiştine va armancêxwe jî û sefer bê serkeftî xelas bû.
Ji ber ku sê keyên dewletên we demêyê mezinên Ewropayê Îngiltere, Fransa û Împeratoriya Romê ya Pîroz beşdara vê seferê bûbûn, va sefera wek Sefera Keyan jî tê zanîn. Friedrich I(Barbarossa), Richard I(Richardê Dilşêr) û Philipp II, pê Selahedînê Eyûbî di sala 1187an de Qudis dest xwe xist re, dîsa bi banga Papa re der ketine seferê. Friedrich Barbarossa hîn ku negêhişte Felestinê mir. Xaçperestan Eka ji Selahedîn stendin jî, nekanîn Qûdisê jê bistînin.
Ew bi banga Papayê ku Qudisê bistînin daxwaz dikir ve, bi pêşengiya Wênîsiyan ve hat derxistin. Lê wan birê ve nêta xwe guhert û çerxa ser Konstantinopolisê bûn û li wir Împeratoriya Latinî saz kirin.
Ew dîsa ji bo Orşelîmê helgirin hat der xistin. Lê ew bêserkeftî xelas bû.
Friedrich II ew sefara li darxist. Lê, bi ceng wî Orşelîm û hin bajarên din bo çend salan li misilmanan stand.
Ew bi peşangiya keyê Fransa Louis IX hembera Misirê hat der xistin.
Ew dîsa bi pêşangiya keyê Fransa Louis IX hat derxistin.
Ew bi peşengiya keyê îngiltere Edward I hat der xistin. Lê bê serkeftî xelas bû.
Armanca hîmî Orşelîm dest misilmanan de ma jî wan seferan hem Ewropa hem jî li misilmanan bandorên mezin kirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.