Roman (wêje)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Roman, têgîneke wêjeyî ya ku koka wê ji peyva “Romanus” ya latînî, ku tê wateya “çîroka bûyera rastîn an jî nîgaşî ya pexşan” tê ye.
Wekî cureyeke wêjeyê, pênasa û watedayina romanê ne tiştekî hêsan e. Lew ra roman jî wekî hemû cureyên wêjeyê, wate û raveya wê li gora dem û rêbazên wêjeyî an jî hunermendên demê tê guhertin. Mirov dikare bi kurtayî an di di wateyeke teng de bibêje roman, nivîsên dûvdirêj yên ku bûyeran bi awayekî rastîn û bi zerengiyeke berfireh hildide dest û lêkolîna xislet, civak, nêrît, hest û dahûrandina azweriyên mirov vedibêje ye. Armanca romanê, nasandina xisletan û ragihandina sêwirandina bêsiûdî û hejaniyan ya ku bi alaviya bûyeran tê vegotin e. Romana xurt û sergewer dikare xwe bi her awayî bikirmişîne, bikeve her dirûvî û cihê cihê ji her mêjiyî, ji her bedewiyê û her mezinahiyê re bibe navgîn. Dikare bang li her nîgaşbaziyê û rastîbîniyê/ê bike û gelek deriyên nepenî yên gerdûnê li mirov veke.
Her romanek jiyanekê, cîhanekê heta mirov dikare bibêje xwezayekê şirove dike. Di tevê romanan de tukes nikare li du kes an jî du qewmînên ji hev rast bê. Heta di tevê wêjeyê de tu kes nikare li du romannivîsên ji hev rast were. Roman, digel şewqdana civakî, di bin daraza fermana fikr û ramana romannivîs de dimîne. Roman mirêka sinc û gerdîşên civakê ye. Roman camidî ye. Ew tiştekî veşartî nahêle û dîmena ku dibîne bi awayekî eşkere hildide dest. Tiştekî ku di jiyana rastîn de hebe û derbasî romanê nebe nîn e. Di romanê de sînor nayê danîn. Lewr ra di romanê de hêmanên ku ji rastiyê têne wergirtin hêza nigaş û dewlemendiya hundirî ya romannivîs xurtir dike û heta heyînên jiyana rastîn li pey xwe dixirikîne. Bo wê gelek caran tê gotin ku romannivîs mirovê ku ji xwe bi dûr ketî ye. Belê ne qure ye; dilnizm e. Ew her gav xwe li pey lehengên xwe diheşifîne. Ew kesêkî/e feşartî û winda ye. Tu kes nikare wî/ê di romanê de bibîne. Car caran wekî siyekê dide pey lehengên xwe, wî/ê dişopîne û bêdeng dimeşe. Romannivîs, lehengê xwe ber bi gêtiyeke nû de dixirikîne. Peyre hin bi hin mirov dikişîne nav rakêşarî, dilniwazî û veşarîtiya jiyana lehengên ku ew bixwe parçeyek ji jiyana me ya rasteqîn in. Jixwe romana rasteqîn jî ev e. Ango, divê ku romannivîs rêbayeke cawîdan efsaneyî bide çîrokê. Çendî ku çetîn be jî, ev çawanî bo roman û wêjeyê pêwistîbûneke girîng û jênager e.
Daraza ku em derbarê romannivîs de didin, girêdayî pirî an jî hindikiya tiştên nenasbar yên ku aşkerekirina kurahî, xweşikî û bedewiya şayesandinê dike ye. Digel hemû tiştî dîsa jî ne pêkan e ku mirov dikaribe bandora demê an jî mercên dîrokî, civakî û aborî yên li ser romanê mandele bike.