From Wikipedia, the free encyclopedia
Rojar Wenda ( jdb. li Qoser , Mêrdîn , Bakurê Kurdistanê ) bloger û hunermendekî kurd e.
Rojar Wenda | |
---|---|
Jidayikbûn | Qoser , Mêrdîn , Bakurê Kurdistanê |
biguhêre |
Di 1972'yan de li navçeya Qoserê ya bi ser bajarê Mêrdînê ve tê dinyê. Dûv re malbata wî vedigere gundê xwe, Xursa Navê. Ji salên dibistana seretayî ve, mîna gelek kurdên bakurê welat, bi zimanê tirkî dest bi nivîsandinê dike. Piştî ku dibistana navîn diqedîne, ji ber destengîya aborî dev ji xwendina dibistanê berdide û di sala 1987'an de dest bi nivîsandina helbestên kurdî dike û di sala 1988'an de, li gel birayên xwe diçe bajarê Stenbolê bi cih dibe.
Di sala 1992'an de, li gel mijûlahîya nivîsandinê, xwe bi xwe dest bi muzîka kurdî dike. Dîsa di heman salê de bi muzîkvan Yusuf Roman re hev nas dikin û li ser pêşnîyaza wî, bi derhênerîya Yusuf Roman, di albûma "Koma Geliyê Zîlan" ya bi navê "Dayika Delal" de, bi sê stranên xwe cih digre, her wiha straneke Xemgîn Bîrhat jî şirove dike.
Di sala 2000'an de, îca dest bi nîgarsazîya bi pênûsa risas dike. Li Stenbol bi tevahî sê pêşangehên kesane, ku ji xêz û karîkaturên xwe pêk tên vedike. Di vê navê de jibo çapkirin û weşana berhemên xwe serî li gelek komel,sazî û destgehên kurd -wekî kovar, rojname, enstîtu- dide, lê mixabîn ji tu yekan bersîvek erênî bi dest naxe.
Ji sala 2010'an bi vir ve, hemû berhem û nivîsên xwe, bi nivîskî bi rêya blogan parvedike, her wiha stran û helbestên xwe, hem werdigerîne zimanê tirkî, hem jî wan bi kurdî û tirkî şirove dike û ji malperên video parvekirinê re dişîne. Rojar Wenda hê li Stenbol dimîne û xebat û xizmeta xwe ya jibo çand û huner û zimanê kurdî didomîne.
Berhema çapkirî: wek ku venivîsîye(yazıldığı gibidir)helbest,kurdî/tirkî,kurgu kültür-ankara
Berhemên ne çapkirî:
ROJARÎ (01.08.2010)
Agaheke reş hatîye
min digre mitale îroj
Xwedê nîne serê kesî
bi min çiqes tahle îroj
Jîyan zevîya kederan
ez lê bûme pale îroj
ji xwe diçim bi xwe ve têm
hilmek li min sal e îroj...
Zeryên me tev reş girêdan
ne zêr û xenxal e îroj
dê zarokên xwe davêjin
ne zar ne mindal e îroj
Agir bi canê min ketî
nayê peyv û zar e îroj
ciwan hatin serjêkirin
çem xwîna zelal e îroj...
Dayikan rû selixandin
ser bê pirç û pal e îroj
çar dewletên ji hev ne xweş
li dij me heval e îroj
Gund şewitîn erd talan bûn
me ne war û mal e îroj
Gîyan ket tatêla pestê
laş maye evdal e îroj...
Didim ber hev didim ser hev
dil bi nal û nal e îroj
ma bi hêsran çawa bişom?
keser kur newal e îroj
Li ber nehwirandina min
girî çi galgal e îroj?
di cih de li min qedîya
emrê ciwan kal e îroj...
Berî bidim çol û çîyan
zinar pişt û pal e îroj
ne dixwim ne jî vexdixwim
mistek li min çahl e îroj
Bêrî bûme ji omedyan
kes ne ap û xal e îroj
Bi kevirên reş ve neyê
nizam ev çi hal e îroj...
Her keç û xortekî Kurdan
rabûye şepal e îroj
çek û rext pêçane li xwe
li bejn û li bal e îroj
Ji bo vê xaka hezar sal
diqîr û dikale îroj
di şerê azadîyê de
Kurd Rustemê Zal e îroj...
Xeyala Welatê rojê
bi şewq û şemal e îroj
ketîye ber dest û piyan
ji wan re xêrmal e îroj
Li qada huner ev pênûs
şûrê ber mertal e îroj
bi du şanenavên wenda
navê xwe Bilal e îroj...
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.