Rizyane
From Wikipedia, the free encyclopedia
Rizyane, cehcehik (foeniculum vulgare) riwekek ji malbata apiaceae ye. Di hin devokan de jê re rizyang, rizyanik jî dibêjin. Bêjeya kurdî/îranî derbasê romî jî bûye û tirkan bi hinekê guhertinê navê wê kirine rezene (di ferhengên berê de rezyane bû). Bejna vê riwekê heya 2 m dirêj dibe. Riwekek dusalane ye. Welatê wê rojavayê Asya û peravên Deryaya Navîn e.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/62/Foeniculum_vulgare_MHNT.BOT.2005.0.1058.jpg/640px-Foeniculum_vulgare_MHNT.BOT.2005.0.1058.jpg)
Pelên wê bêpirtik û bizax in (qemçik, şimêl). Darikên wê gundorkî, nava wan vala, tîkane (çikane) ne. Fêkiyên wê kesketarî ne û ji cihên ziwayî, sixre û kevirî hez dikin. Bizirên wê ji aliyê proteînê ve dewlemend in. Ji bizirên wê biharbêhn tên çêkirin, di selete, şîranî û gelek xwarekan de tên bikaranîn.