From Wikipedia, the free encyclopedia
Rúgbrauð (bixwîne: Rukprøiθ) nanekî navdar ê pêjgeha îslendî ye, nanê tarîganê ye. Reş û pirranî şîrîn e. Mezin tê çêkirin. Heger nan mezin bê çêkirin, hundirê wî dereng xirab dibe. Ev teknîk di nava kurdan de tê zanîn. Di demên xelayê de bo dirêjdemî bê parastin nan wisa mezin dihatin çêkirin. Ji ardê tarîganê ye (şilêl, çewder).
Ji Danîmarkayê derbasê Îslendayê bûye. Sala 1603yê yekem car bi fermî bazirganî di navbera îslendî û danîmarkayiyan de pêk tê. Bi agirê darê dipijînin. Ji ber ku li Îslendayê volkan û ava kanên avê yên dikelin pirr in, îslendî wekî parêva kurd, nanê xwe herwiha di tendûrên bi tîna volkanan dixebitin de dipijînin.
Pirranî Rúgbrauðê bi rûnê nivîşkî, masî û goştê berxê dixwin. Bi dew jî dixwin. Nanê kartû bi ava lîmon, mestekî (benîştê daran çêjdar dikin, wekî şîranî jî tînin ser destexaneyê (sifre).
Hevîrê wê bi ardê tarîgan, hevîrtirş, şîr, xwê (solin) û şekir tê strîn. Kêm be jî, carnan hinekê ardê genimê jî tevlî dikin, lê di orjînalê de genim nîne.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.