Qaso
From Wikipedia, the free encyclopedia
Qaso (navê fermî: Kasım Ataç) (jdb. li gundê Qulan a Gimgimê, parêzgeha Mûşê - m.) serdarekî osmanîyan bû. Hevçengê (hevzava, hevling, hevbûk) pêşawayê kurd Şêx Seîd bû. Sîxuriya komara romiyan (tirk) a nû hatibû avakirin dikir.
Sala 1918yê wekî serdar ji artêşa osmaniyan malnişînî (teqaût) dibe. Li Gimgimê bicih dibe, sîxuriya dewletê dike. Jê re Qasoyê dirêj jî dibêjin, lewra bejna wê gelek dirêj bûye. Piştî sirgûnê, sala 1950yê vedigere Kurdistanê, bo demekê li Xarpêtê jî dimîne. Hevjîna wî Gulê, bi kerb û qehiran dimire lewra Qaso birayê wî jî daye kujtin.
Şêx Seîd û serokatiya serhildanê nedixwestin beriya ku amadekariyan bidawî bikin, li dijî tirkan serî hildin. Lê sîxur û zilamên dewletê provokasyonan lidardixin, kurdan zû radikin serhildanê. Serhildan bisernakeve. Şêx Seîd dixwaze xwe û serokatiyê bifilitîne, herin rojhilatê Kurdistanê (yan jî binxetê-Sûrî) li wir bo serhildaneke nû amadekariyan bikin. Lê sîxurê dewletê Qaso cihê wan gilî dike û serokê kurd û hevalên wî li ser pira Evdirehmanpaşa dide girtin.
Wê demê fermandarê Gimgimê yê romiyan (tirk) Osman Nûrî Paşa ye. Qaso bi nameyekê ji tirkan efûkirina xwe û malbata xwe dixwaze û xeta ku serokê kurd li ser e rave dike, giliyê wan dike. Jixwe ji berê ve jî wî birêkûpêk raport didabûye dewletê.