![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/b5/Five_Dynasties_Ten_Kingdoms_923_CE.png/640px-Five_Dynasties_Ten_Kingdoms_923_CE.png&w=640&q=50)
Pênc Xanedanî û Deh Keyanî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pênc Xanedan û Deh Şahî, yan Pênc Xanedan û Deh Keyanî, yan jî Pênc Xanedan û Deh Qiralî (çînî: 五代十国, Wǔ dài shí guó, 907 - 960) serdemeke dîrokî ya Çînê ye. Di sala 907an de Zhu Wen Xanedana Tang hilweşand û Xanedana Hou Ling damezrand. Bi vê bûyerê ev serdem dest pêkir. Di sala 960an de bi damezrandina Xanedana Song û yekkirina axa Çînê, ev serdem dawî bu.
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/b/b5/Five_Dynasties_Ten_Kingdoms_923_CE.png/320px-Five_Dynasties_Ten_Kingdoms_923_CE.png)
Di vê serdemê da li bakurê Çînê xanedanên Hou Ling, Hou Tang, Hou Jin, Hou Han û Hou Zhou hatin damezrandin û hilweşîn. Di navîn û başûrê Çînê de, deh şahiyên (keyaniyên, qiraliyên) herêmî (五代, wǔ dài) hatin sazkirin û hilweşandin.