From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêjgeha albanî yan pêjgeha Albanyayê ji xwarin, vexwarinên gelê alban, ji cure û awayên amadekirin, hilberîna xwarin, vexwarinên wan re tê gotin. Pêjgeha albanî şaxek ji pêjgeha balkanî ye. Di xwarinên-vexwarinên albanan de nan, fringî, masî, kartol, kelem, lovî (lobiye) û şîranî cihekê sereke digirin.
Dema Osmanî tên herêmê, bandoreke mezin lê jiyana wan dikin. Xwarin, vexwarinên wan dikevin bin bandora yên erebî, farsî û romî (tirkî). Xwarinên Anatoliyayê li Albanyayê jî serdest dibin.
Bo albanan dana herî girîng navroj e. Navrojên wan rengîn in. Miheqeq divê selete hebe li ser destexaneyê (sifre). Arû, fringî, zeytûn, sirke, xwê û rûnê gulberojê ji seleteyên wan kêm nabin. Dîsa bo xwarinê jî xwarinên quşxaneyê, riz, kartol, masî û mezeyê pirr dixwin. Kafêya tehl û çayê jî gelek vedixwin.
Beriya xwarin destpê bike Ju bëftë mirë! (alb. bo Noşîcan be!, heger mirov peyv bi peyv wergerîne: Divê baş bi devê we be!) dibêjin, û bi hev re wiha bersivê didin Faleminderit, edhe ju gjithashtu! (wergera peyv bi peyv: Sipas, ji we re jî wisa be!). Gorî dab û nêrîtan divê xwediyê malê (mêr) gelek caran bipirse ka mêvan dixwaze hêj jî bixwe, yan dixwaze tiştekê din bixwe. Dema xwarin bidawî bû xwediyê malê dîsa dipirse: A je ngopur? (werger: Têr bûyî/Te têr xwar?).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.