From Wikipedia, the free encyclopedia
Pot-au-feu (gotin: [pɔt‿o fø]; bi fransî tê wateya « quşxaneya li ser agir »), hêyavkeke klasîk a fransî ye. Bi taybetî li bakurê Fransayê tê xwarin. Xwarineke quşxaneyê ya pêjgeha fransî ye. Ji zebze, goştê dewarê ye. Ji ber ku ava wê û goşt-zebzeyê wê cuda tên xwarin, gorî pîvan û normên pêjgeha kurd, ev xwarin him şorbe ye, him jî hêyavk.
Gelek variyatên vê hêyavkê hene, lê ya klasîk de divê gizêr, pîvaz, şêlim (binerd, şelxam), pirasa (qurad), bendik (kerefz, kerewîz) hebin. Wekî biharbêhn (biharat) jî îsota reş û garnîturên cuda tên bikaranîn. Ji ziman, parsû, pîlê dewarê goşt tê tîkekirin, pakijkirin. Wekî hêyavkên din berê goştê hindik diqelînin, dikelînin û zebzeyan li quşxaneyê zêde dikin.
Pirranî berê ava goşt, ava vê xwarinê tê servîskirin, paşê jî goşt û zebze. Fransî goşt û zebzeya bêav, bi gormiz (xerdel) û tirşînê dixwin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.