Dotmîra Troyayê ya efsaneyî From Wikipedia, the free encyclopedia
Polîksenê (bi yewnanî: Πολυξένη) keça keya Troyayê Prîamos û ya xatûn Hekabê bû. Zaroka wan ya herî biçûk bû. Dilê Axîlêûsa Akayî keti bû wê.
Polîksenê Πολυξένη | |
---|---|
Zayend | Mê |
Agahiyên kesane | |
Dê û bav | |
Xwişk û bira |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Çîroka wê ji xeynî destana Îlyadayê, pêşbîniyên Axîlêûs de hatiye gotin. Polîksenê jî ji bo xwestina laşê Hektorê li bavê xwe hatibû. Dilê wî kete kujerên birê xwe Hektorê. Axîlêûsê ra teklîfa xulamtiya xwe kir, Axîlêûs vê teklîfê qebûl kir û Polîksenê bû xulama wî. Wextekî şûnde Axîlêûs jî aşiqê wê bû. Axîlêûs ji Prîamosê mûsadeya zewaca keça wî daxwaz kir, teklîfa beşdarbûna xwe ya nav hêzên troyayiyan jî kir. Nivîskarên kevnar vê yekê "îxaneta Axîlêûs" bi nav kirin. [1]
Axîlêûs ji bo ku Polîksenê ra bizewicî çû perestgeha Apolon. Çaxê hêviyên xwe ji peykera Apolonê dikir Parîsê birayê Hektor û yên Polîksenayê piştî peykera Apolon xwe xef kiribû. Derket û pê tîrekî binpehniya Axîlêûs (tendoma Aşîl) xist û ew kuşt.
Piştî Şerê Troyayê Akayiyan nikarî vegerin welatê xwe aciziyek di nav hêzên wan hebû. Nikaribûn derkevin rê, giyanê Axîleûs hate ziman got :
“ | Polîksenê bila xweliyên min re bibe gorî, bête kuştin pê destê Pîrrus, gora min bête şil kirin pê xwîna wê. (195-196) | ” |
— [2] |
Akayî bi tirsan gotina wî giyanê kirin ku sax vegerên welatê xwe, Polîksenê ku li ser kom axa Axîlêûsê digiriya kirin qurbanî. Xwîna wî rijandin ser gora Axîlêûs.
Ev çîroka efsaneyî li ser lahîta Polîksenê hatiye nîşandan.[1]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.