![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/5a/PIERRE_REVERDY_1889_POETA_Y_ESCRITOR_FRANCES_%252813451270843%2529.jpg/640px-PIERRE_REVERDY_1889_POETA_Y_ESCRITOR_FRANCES_%252813451270843%2529.jpg&w=640&q=50)
Pierre Reverdy
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pîerre Reverdy (jdb. 13ê îlona 1889an - m. 17ê hezîrana 1960an) helbestvanekî fransî û yek ji amadekarê surrealîzmê ye.
Pierre Reverdy | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 13 îlon 1889 ![]() |
Mirin | 17 hezîran 1960 ![]() Solesmes Abbey ![]() |
Hevwelatî | Fransa ![]() |
Pîşe |
|
![]() | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Reverdy li Narbonneyê ji dayik bûye. Malbata wî peykerçêker bû û nivîsandin û xwendina xwe ji bavê xwe hîn bûye.
Di çiriya pêşîn a 1910an de dihê Parîsê û li wir gihêje Guillaume Apollinaire, Max Jacob, Louis Aragon, André Breton, Philippe Soupault û Tristan Tzara. Di sala 1917an de kovara Nord-Sud ya ku parastina hunera nû dike derxist. Di sala 1924an de Xelata Nouveau Monde qezenc kir.
Ji noqtekê ji surrealîstên ku heş bi giştî dervî helbestê dihêlin vediqete, li gor wî helbestvan di neqeba berrahî û xewnan de diçe û dihê. Ji ber vê yekê jî helbesta wî hinekî girtiye. Lê ew dibêje: "Helbesta ku girtiye nayê wê wateyê ku tahrî ye. Divê mirov karibe di ciyê ku tîrêj didiyê re têkeve hindur"
Di dema xwe de ji aliyê Soupault, Aragon û Breton ve helbestvanê herî mezin ê dijî hatiye pejirandin.
Ji dervî helbestan cerib jî nivîsandiye. Di sala 1960an de miriye.