From Wikipedia, the free encyclopedia
Patrick Süskind (jdb. 26ê adara 1949an) nivîskarekî roman û senaryoyên fîlman ê alman e. Ew li Ambach am Starnberger See, nêzî Munich, Almanya çêbûye. Bavê wî Wilhelm Emmanuel Süskind bû. Wî di nav salên 1968 û 1974 de dîroka medyeval û dîroka hemdem li zanîngeha Munichê û li Aix-en-Provenceê xwendin.
Li salên 1980î, wî çend senaryoyan nivîsîne mîna 'Monaco Franze' (1982) û 'Kir Royal' (1986). Wî jî pirtûka 'Das Parfum' ('Perfum', 1985) nivîsî ku rastî pir serfiraziyê hatiye û li ser Süskind bala xelkê kişandiye. Pirtûkên din ku wî nivîsîne jî ev in : 'Die Taube' ('Kevok', 1987), 'Die Geschichte von Herrn Sommer' ('Çîroka Mr.Sommer', 1991), û 'Drei Geschichten' ('Sisê çîrokê', 2005).
Wî jî berhemeke şano nivîsiye ku navê wê 'Der Kontrabass' (1981) e, ev berhem ji boy çend salê li şanoyên almanî hate pêşkêşkirin.
Süskind li Munichê dijî û pir hindik hevdîtinan nade.
Ev gotara li ser nivîskar an helbestvanekî/ê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.