Partiya Gel a Komarî
Partiya siyasî li Tirkiyeyê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Partiya Gel a Komarî yan jî bi kurtasî CHP (bi tirkî: Cumhuriyet Halk Partisi), partiyeke siyasî ye ku di 9ê îlona sala 1923an de di bin serokatiya Mustafa Kemal Atatürk de hatiye damezrandin û li Tirkiyê xebatên siyasî dimeşîne. CHP yekem partî ya Komara Tirk e bi despêka damezrandina Komara Tirkiyeyê re hatiye demazirandin. Li gorî rêziknameya partiyê, kurteya partiyê ya fermî "CHP" ye û sembola partiyê şeş tîr e. CHP di roja îro de bi 134 parlamenteran li Meclîsa Tirkiyeyê de mixalefeta sereke ya Tirkiyê temsîl dike.
Partiya Gel a Komarî Cumhuriyet Halk Partisi | |
---|---|
Kurte | CHP |
Serok | Özgür Özel |
Sekreterê giştî | Neslihan Hancıoğlu |
Axaftvan | Faik Öztrak |
Avaker | Mustafa Kemal Atatürk |
Damezrandin | 9ê îlonê 1923(1923-09-09) (Damezrandina ewil) 9ê îlonê 1992(1992-09-09) (Damezrandina 2yemîn) |
Qedexekirin | 16ê çiriya pêşîn 1981(1981-10-16) (heta damezrandina 2yemîn) |
Sergeh | Çankaya, Enqerê |
Baskê ciwanan | Baskên Ciwanan ya CHPê |
Baskê jinan | Baskên Jinan ya CHPê |
Endam (2022) | 1.330.611 |
Îdeolojî |
|
Helwesta siyasî | Çepê Navendî |
Alîgirên neteweyî | Tifaqê Miletê |
Alîgirên ewropayê | Partiya Sosyalîst a Ewropayê |
Alîgirên navneteweyî | Enternasyonalê Sosyalîst |
Reng | Sor |
Dirûşm | "Ji bo hemû kesan CHP!" |
Parlamen | 135 / 600
|
Şaredariyan Bajarê mezin | 11 / 30
|
Şaredariyan Parêzgeh | 10 / 51
|
Şaredariyan Navçeyê | 177 / 922
|
Şaredariyan Şar | 50 / 387
|
Endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin | 662 / 2591
|
Endamên Meclîsa Parêzgeh ya Giştî | 182 / 1251
|
Endamên Meclîsa Şaredarî | 4638 / 20.498
|
Alaya partiyê | |
Malper | |
Cumhuriyet Halk Partisi (Tirkî) |
CHP partiyeke siyasî ya çepgir a navendî ye ku nêrînên Kemalîzmê û sosyal demokratiyê dipejirîne. Li gel van nêrînên ku di rêzikname û bernameya partiyê de hatine diyarkirin, meylên sosyalîst ên demokratîk û sosyal azadîxwaz jî di nav xwe de vedihewîne.[1] Partiya Gel a Komarî ku xwedî taybetmendiyên damezrîner û yekemîn partiya siyasî ya qanûnî ya Komara Tirkiyeyê ye, ji sala 1923 heta 1950 bi berdewamî li ser desthilatdariyê maye û bi giştî heta sala 1946an desthilatdariyeke yekpartî pêk aniye.
Di destpêka partiya berê ku Atatürk damezrandibû wekî berdewamiya Komela Parastina Mafên Anatolya û Rumelyayê bi navê "Partiya Gel", di 10ê mijdara sala 1924an de peyva Cumhuriyet ku tê wateya komarê li navê CHPê hate zêdekirin û di kongreya 4emîn a sala 1935an de biryar hat dayîn ku li şûna peyva halk fıkrası' ku tê wateya fiqreya gel û peyva ku bi cîhana derve re lihevhatîtir be, were tercîhkirin, navê CHP wekê "Partiya Gel a Komarî" hatiye qebûlkirin.[2][3]
Piştî Derbeya 12ê îlonê, Partiya Gel a Komarî ku wê demê Bülent Ecevit serokê wê partiyê bû partî hatiye qewînkirin. Piştre jî li ser zagona jimare 3821ê de di 9ê îlona sala 1992an de di 69emîn salvegera damezrandina xwe de ji nû ve hat vekirin.[4]
Ji 22ê gulana sala 2010an vir ve serokê giştî ya CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye.