From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêjgeha estonî gelek di bin bandora pêjgeha rûs, pêjgeha alman û ya skandînavî de maye. Xwarin-vexwarinên Estonyayê gelek dişibin ên gelên cîran.
Heger mirov behsa taybetiya pêjgeha estonî bike, tirşînên ne pirr şor in, goştê berazê, kartol, kuvark û berhemên şîr xwe didin pêş. Estonî jî wekî almanan tirşînên tehma wan ne şor in, heya hinekê jî şîrîn in hez dikin. Alman tirşînê wekî xwarineke neteweyî ya alman didin nasandin, bi taybetî tirşîna kelemê. Dîsa, kremayên tirş, sosîs, şorbe û hêyavk jî tên xwarin.
Estonî ji almanan bêhtir cih didin biharbêhnê (biharat). Biharbêhnê tevlî sosîsan jî dikin. Masî û çêjên deryayê pirr tên bikaranîn. Masiyên xwêkirî, bi kartol xaşandî, kremaya tirş, pîvaza wekî xelekê hatiye hûrkirîn, xwarineke navdar a estoniyan e.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.