Pêşdarazî
bêyî zanîna rastiyên mijarê ramanek çêkirin / From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêşdarazî, fikrek e ku bê lêkolîneke hûr û berfireh ji bo kesek, komek, pirsgirêkek an rewşek tê dayîn.[1] Pêşdaraziyên neyînî û erênî hene. Pir caran, "pêşdarazî" tê wateyeke neyînî û bi vî rengî tê fêm kirin heya ku bi eşkere wekî taybetmendiyeke "erênî" neyê nîşan kirin. Pêşdarazî kêm an zêde di hemû civak û hemû kom, çîn û tebeqeyên civakî de hene. Lêkolîna pêşdaraziya zanistî bi lêkolîna rexneyî ya pêşdaraziyê re mijûl dibe.