From Wikipedia, the free encyclopedia
Otobus an bi kurtî bus (bi fransî: autobus, bus – ji bi latînî: omnibus "bo hemiyan") otoyeke mezin a veguhastinê ye. Li Kurdistanê otoya sereke ya veguhastina di navbera bajaran de ye. Li Ewropa û gelek cihan veguhastin li ser rêhesinê, bi trênan tên kirin, ango giranî li ser trênan e. Lê li welatên xizan, ji ber ku banên rêhesinê nînin an kêm in, giraniya veguhastinê dikeve ser otobusan.
Bêjeya latînî omnibus di wateya bo hemiyan de ye. Beriya motor bên bikaranîn, veguhastin bi ambûrên mezin ên ajalên malê dikişînin dihatin kirin.
Bazirganeke fransî bi navê Omnes di reklamên xwe de „Omnes omnibus – Omnes bo hemiyan“ bikaraniye. Ango xwestiye bêje "ez Omnes di xizmeta we hemiyan de me". Xwediyê fîrmaya karê veguhastinê dike Baudry sala 1825'ê ambûra xwe ya veguhastinê bi navê omnibus binavdike. Ev nav wisa dimîne.
Dema motorên bi petrolê dixebitin derdikevin, navê busan îcar dibe otobus (ambûra bi xwe diajo). Busên bi hespan dihatin kişandin cihê xwe ji otobusan re dihêlin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.