Norwêc
Dewletekî Ewropayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Norwêc an jî Mîrnişîna Norwêcê (bi norwêciya bokmål: Kongeriket Norge; norwêciya nynorsk: Kongeriket Noreg) welatekî li bakurê Ewropayê di navbera deryaya Bakur, Okyanusa Atlasê ya Bakur û li rojavayê Swêdê ye. Welatekî li rojavayê Skandinavyayê ye. Sînorê wê bi Swêd, Fînland û Rûsyayê re heye. Welatên cîran, Fînland 729 km, Swêd 1.619 km, Rûsya 167 km ne. Norwêc, welatekî skandînavî ye. Di welêt de, bi taybetî, çiyayên bilind û fyord hene. Norwêc nêzî Qûtûba bakûr e.[çavkanî hewce ye] Welatek ji wan welatê ku lê pirr berf tê ye. Salê 8 yan jî 9´an lê berf heye. Lê ji çar bahrên wê, nêzî sê bahrên wê avî ye û bahr li ber e.
Kongeriket Norge Kongeriket Noreg | |||||
Mîrnişîna Norwêcê | |||||
| |||||
Zimanên fermî | Norwêcî, samî, kvenî
| ||||
Paytext | Oslo 59°56′Bk 10°41′Rh | ||||
Sîstema siyasî | Keyanî | ||||
- Key - Serekwezîr |
Harald V Jonas Gahr Støre | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
385.207[1] km2 5,7 | ||||
Gelhe - Giştî (2024) - Berbelavî |
5.550.203[2] kes 14,4 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 7'ê pûşperê 1905 ji Swêdê | ||||
Dirav | Krona norwêcî | ||||
Dem | UTC+1 | ||||
Nîşana înternetê | .no | ||||
Koda telefonê | +47 | ||||
Dirêjahiya sînorên wê, 2.515 km ye. Gelheya wê, 4,92 milyon a. Nêzî ku bibe 5 milyon. Koma etnikî ku piştî norwêciyan re û mazin a û li bakûrê wê dijî, ji wan re sámî tê gotin. Di gotina sámî, bi norwêcî samer de, pêvoka -er ji bo zêdebûnê bêne ser ziman e. Tişta ku pê dabara xwe dikê jî, masî, weke karekî binesazî yê welêt tên çêkirin û firotin. Wekî din jî, li welêt, petrol heya û weke welatê skandînavî yê herî zêde ku lê petrol derdikeve ye. Ji bilî wê jî, hin çandin qût û zadên din û firotina wan li welêt, weke karekî mazin bi rê ve diçêt.