From Wikipedia, the free encyclopedia
Norman Foster Ramsey (jdb. 27ê tebaxa 1915an li Washington D. C.) fîzîknasekî navdar ê Amerîkayî ye. Sala 1989 guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin ku ev xelat ji bo wî pîvandin û şopandina atom, molekûl û fîzîka dendikî bo zanistiyê hêsantir kiriye hatiye dayîn.
Norman Foster Ramsey, Jr. | |
---|---|
Jidayikbûn | 27 tebax 1915 |
Mirin | 4 çiriya paşîn 2011 Wayland |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Perwerde |
|
Pîşe |
|
Partiya Siyasî | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ramsey kurê leşkerek bû. Diya wî mamosteya matematîkê bû û bi eslê xwe jî Alman, li Zanîngeha Kansas) ders dida. Ji ber peywirdariya bavê, mecbûr diman carnan bi malbatî koçberê Parîsê bibin.
Ji sala 1931 ve dest bi perwerdeya endezyariyê dike li Zanîngeha Columbia, lê werdigerîne ser matematîkê. Piştî bidawîkirinê sala 1935 diçe Zanîngeha Cambridge li Brîtanya cem Maurice Goldhaber.
Dûv re dîsa li Columbia University di koma xebatê ya Isidor Isaac Rabi de lêkolînan dike, bi hev re Rêbaza Magnetresonanz a Têhndayîna Molekûlaran keşif dikin.
Bi tevî Rabi û hevalên wî Kellogg û Zacharias lêkolînan li ser rewşa dendikê (atom) dike û keşfa qûadropolmoment a elektrîkî ya deuteronê jî pê re.
Sala 1940 bi Rabi re diçe Carnegie Institution, Washington D. C., bo lêkolînên li ser têhna neutron, proton û têhna neutronan li ser dendikê helyûmê.
Di şerê cîhanê yê II. de lêkolînên radarê dike li MIT-Radyasyon-Lab. (çêkirina radarek 3 cm) û ji 1943 ve di Manhattan Project a bo çêkirina atombombeyê bû li Los Alamos dixebite.
Bi bidawîbûna şer re bi tevî Rabi wekî profesorek, ceribandinên têhnên molekûlar didomîne li Columbia University û ji bo hidrojenbombeyê lêkolînan li ser hîperstrûktura tenik/nazîk dike.
Ramsey du caran marî bûye (hevjînî, zewac), cara pêşîn 1940 û ya din 1983.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.