Nexweşiya şekir
nexweşiyeke metabolîk e ku ji ber sedemên genetîk û hawirdorî bi encama bilindbûna şekira xwînê peyde dibe. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Nexweşiya şekir, nexweşiya şekirê an jî diyabet, nexweşiyeke metabolîk e ko ji ber sedemên bomaweyî(genetîk) û hawirdorî bi encama bilindbûna asta rêjeya şekira xwînê peyde dibe.
Xaneyên mejiyê mirov, tenê dikare ji glukozê enerjî peyda bike. Loma, divê her tim di nav xwîna me de glukoza serbest tevbigere. Glukoza xwînê wekî “şekira xwînê” jî tê navkirin. Di nav xwîna mirovên tendurist da, asta glukozê 80–120 mg/dl ye. (Ji bo asankirinê em dikarin vî mînakê bidin, nîv piyanek (qedeha avê) xwîn divê bi qasî 80-120 mîlîgram glukoz lixwe bigire). Eger di nav xwîna mirov de rêjeya şekir her tim bilind be ev rewş wekî hîperglîsemî bi nav dibe. Na eger rêjeya şekir (glukoz) her tim kêm be vê gavê ev rewş wekî hîpoglîsemî tê navkirin. Mirovên bi hîperglîsemî bi nexweşiya şekir dikevin (şekirmîz, diyabet).
Di nav xwînê de asta glukozê bi navbeynkariya hormonên însulîn û glukagon ve tê rêkxistin. Ev herdu hormon jî ji rijênê pankreasê tên derdan. Însulîn û glukagon hevdijê yek in. Ango însulîn rêjeya şekira xwînê kêm dike, glukagon jî zêde dike.