Nemrûd (volkan)
çiyayekî volkanîk / From Wikipedia, the free encyclopedia
Çiyayê Nemrûdê yan jî Çiyayê Nemrûd a Bidlîsê, yek ji stratovolkan û yek ji çiyayên herî bilind ên li Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve aliyê rojavayê navçeya Tetwana Bidlîsê û dikeve aliyê rojavayê Gola Wanê. Çiyayê Nemrûdê çiyayeke volkanîk ên razandî ye ku çalakiya herî dawî di sala 1692an de pêk hatiye. Bilindbûna çiyayê 2948 mêtre ye û bi sekana çalakiyên volkanîkî, bi daketina madeyên volkanê re kortaleke li serê çiyayê pêk hatiye û piştre bi barina baran û berfê re veguheztiye goleke krater û Gola Krater a Nemrûdê ya îro derketiye holê.
Nemrûd | |
---|---|
Dîmenek di dema zivistanê de ji korta volkana Çiyayê Nemrûdê. | |
Bilindayî | 2 948 m |
Cih | Tetwan, Bidlîs, Bakurê Kurdistanê |
Koordînat | 38°37′0″Bk 42°14′0″Rh |
Nexşeya cihan #Bidlîs#Bakurê Kurdistanê#Rojhilata Navîn
| |
Cure | Stratovolkan |
Çalakbûna dawî | 1692 |
Çiyayê Nemrûdê di Serdema Kevirê de çavkaniya sereke ya obsîdyan bû ku ji bo niştecihên Mezopotamyayê û jibo niştecihên Serdema Mezolîtîk ên ku li derdora Deryaya Mirî jiyane, bûye yek ji jêderên sereke yên obsîdyan a herêmê. Di analîza madeyên obsîdyenê de derketiye holê ku volkana Nemrûdê jibo niştecihên deverê wekî yek ji çavkaniyên obsîdyan a herêmê hatiye bikaranîn.