![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/1f/Nofretete_Neues_Museum.jpg/640px-Nofretete_Neues_Museum.jpg&w=640&q=50)
Nefertîtî
Şahjina Xanedaniya 18an a Misira kevnare / From Wikipedia, the free encyclopedia
Nefertîtî (li dora 1370 b.z. – 1330 b.z.), şahjina xanedaniya 18an a Misira kevnare ye ku hevjîna qiral (firewn) Akhenaton e. Nefertîtî û hevjîna wê ji bo sererastkirina radîkal a siyaseta dînî ya dewletê ku di nav de forma herî pêşîn a yekxwedayî ya naskirî (Atenîzm) hatine naskirin ku li ser dîska rojê û girêdana wê ya rasterast bi malbata qiral ve ye tên nas kirin. Misira kevnare di hemaya serweriya Nefertîtî û hevjîna wê de serdema herî dewlemend derbas dike. Her çend ev nasname mijarek nîqaşa berdewam be jî hinek lêkolîner bawer dikin ku Nefertîtî piştî mirina hevjîna xwe û berî bilindbûna qiral Tutankhamun wekî şahjin bi navê Neferneferuaten li Misira kevnare hikum kiriye.[1] Ger Nefertîtî piştî mirina mêrê xwe wekî şahjina hikum kiribe dibe ku hilweşîna Amarna û veguhestina paytext a bajarê kevneşopî ya Thebesê di dema serweriya wê de pêk hatîye.[2]
Tê texmînkirin ku belgekirinên berfireh ên jiyana Nefertîtî hatibe perçe kirin û hatiye winda kirin. Dîroknas tenê dikarin destnîşan bikin ku Nefertîtî ji nîjadek ku ji derveyî kesên di bin serweriya Misirê de ye mezin bûye. Piştê ku bi qiral Akhenaton re dizewice yekem jin e ku bilindê asta qiral bûye û di rêveberiya serweriyê de dibe xwedî erk. Misira kevnare di dema desthilatdariya wê û hevjîna wê Akhenaton de serweriyeke dewlemend û ewlehî bi dest xistiye.
Nefertîtî bi bedew bûna xwe û bi rola xwe yê polîtîk di dema amarniyan de deng vedaye. Berî niha bi pêlekê dema ku komek arkeologên amerîkî dest bi restorekirina pîrozgiha Aton dikin, arkêologan dîtin ku li ser dîwarê mozaîk ku giranî mozaîkê nêzîkê 6 hezar ton e wêneyên Nefertîtî ji wêneyên key Axenaton pirtir hatine neqişandin. Di neqşan de şahjina tevlî qiral li cihê fîrewnan li pêşiya xwedayê xwe têne dîtin. Di dîmenan de tê dîtin ku şahjin dijminê Misirê ceza dike. Li gorî dîmenên ku têne dîtin nîşan didin ku Nefertîtît xwedî hêzek mezin e.