From Wikipedia, the free encyclopedia
Muharrem İnce (jdb. 4ê gulana 1964 li Yalova, Tirkiye) mamosteyê fîzîkê, midûrê dibistanê, rêveberê werzişê û siyasetmedarekî tirk e. Wî ji gulana 2021ê ve Partiya Welat damezrand û serokatiya wê dike. Berê çar serdemên Partiya Gel a Komarî (bi tirkî: Cumhuriyet Halk Partisi, bi kurtî CHP) parlementerê bajarê Yalovayê û di navbera hezîrana 2010 û tebaxa 2014 de jî cîgirê serokê koma parlamena CHPê bû.
Muharrem İnce | |
---|---|
Serokatiya partiya Welat | |
Niha wezîfedar e | |
Dest bi kar kir 17ê gulana 2021 | |
Berê | Avakirinê Rewş |
Cîgirê serokê koma parlamenê CHPê | |
Wezîfedarî 1ê hêzîrana 2010 – 18ê tebaxa 2014 | |
Serok | Kemal Kılıçdaroğlu |
Xizmet kirin bi | Akif Hamzaçebi Engin Altay Emine Ülker Tarhan Kemal Anadol |
Berê | Hakkı Suha Okay |
Paşê | Levent Gök |
Parlementerê Meclîsa Mezin a Neteweyî | |
Wezîfedarî 19ê mijdara 2002 – 7ê tîrmeha 2018 | |
Herêma hilbijartinê | Yalova (2002, 2007, 2011, Hêzirana 2015, Nov. 2015) |
Jiyan | |
Jidayikbûn | 4ê gulana 1964an Elmalık, Yalova, Tirkiye |
Partiya siyasî | Partiya Welat |
Partiyên siyasî yên din | HP/SODEP (1983–1985) DSP/SHP (1985–1992) CHP (1992–2021) |
Hevjîn | Ülkü İnce |
Zarok | 1 |
Perwerde | Zanîngeha Balikesirê |
Malper | www.muharremince.com.tr |
biguhêre |
İnce du caran wek serokê CHPê li hember serokê niha Kemal Kılıçdaroğlu namzed bû: Yekem di îlona 2014an de piştî têkçûna partiyê di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de di 18ê tebaxa 2014an û piştre jî di sibata 2018an de.[1]
İnce wek namzedê serokomariya yê CHPê di hilbijartinên serokomariya Tirkiyê yên sala 2018an de ji sedî 30ê dengan bidest xist û bi rêjeya ji sedî 53ê li pişt serokomarê Tirkiyeyê yê tûra yekem Recep Tayyip Erdoğan di rêza duyem de bi cih girt.[2][3]
İnce kurê Şerif û Zekiye İnce li gundê Elmalik ê parêzgeha Yalovayê ji dayik bûye.[4] Malbata bavê wî ji bajarê Dramayê, îroyîn a Makedonyaya Yewnanî û malbata diyayê xwe ji Rîze ye, di peravên Deryaya Reş a Anatolyayê wekî bi eslê xwe laz bûne.[5] Li Zanîngeha Balıkesirê, Fakulteya Perwerdehiyê ya Necatîbeyê, Fîzîk-Kîmya xwendî ye û paşê mamostetiya fîzîkê û midûrê dibistanê kiriye. Piştre, ew wekî Serokê Çapemeniyê ji bo klûba futbolê Yalovaspor xebitî. Ew wek serokê Komeleya Ramana Ataturkîst hat hilbijartin, ku rêxistineke laîk e wekî fikrên Mustafa Kemal Atatürk, damezrînerê Tirkiyeya nûjen diparêze. Muharrem İnce bi Ülkü re zewicî ye ku kurekî wan bi navê Salih Arda heye.[6]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.