Monosakarîd
From Wikipedia, the free encyclopedia
Monosakarîd (wateya mono-, "yek", a sakarîd, "şekir" e), ango wateya monosakarîd karbohîdradên yek şekirî ye. Ji ber ku tenê ji molekulek pêk tê, monosakarîd wekî şekira hêsan tê binavkirin. Monosakarîd ji boy karbohîdradên makromolekul, monomer in. Monosakarîd li gor hejmara karbonên molekulê tên rêzkirin.
Di xane û şaneyên zîndeweran de herî zêde monosakarîdên sêkarbonî, pênckarbonî û şeşkarbonî heye. Molekula sêkarbonî wekî trioz, a pênckarbonî wekî pentoz û a şeşkarbonî jî wekî hegzoz tê bi nav kirin. Di nav molekula monosakkarîdan rêjeya karbon, hîdrojen û oksîjenê 1:2:1 e. Ji xeynî deoksîrîboz, pêkhatina hemû monosakarîdan bi formûla (CH2O)n ê tên îfade kirin. Di vî formulê de n hejmara karbonan temsîl dike. Wekî mînak, glukoz monosakarîdek şeşkarbonî ye, loma formûla wî C6H12O6 ye. Terma karbohîdrad bi kokî ji peyvên karbon û avê tê.