Metroya bajarê New Yorkê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Metroya bajarê New Yorkê, (bi inglîzî: New York City Subway) toreke metroyê ye ku li bajarê New York a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye. Metroya New Yorkê di 9ê cotmeha 1863an de hat vekirin û yekem rawestgeha metroyê di 27ê cotmeha 1904an de hatiye vekirin. Metroya New Yorkê, yek ji kevintirîn pergalên veguheztina navbajariyên li cîhanê ye. Sîstema metroya New Yorkê xwediyê tora metroya herî mezin a cîhanê ye[1] û dirêjahiya tora metroyê 1370 kîlomêtre ye. Metro, ji 27 xet û 472 rawestgehan pêk tê.[2]
Metroya New Yorkê, ji xeynî hinek xetên ku di rewşên wekî acîl û karesatan de nîv-dem dixebitin, her rojên salê, 24 saetan dixebite.[3] Di warê hejmarên rêwiyan ên salane de, pergala herî qelebalix a veguhestina navbajariyê li Nîvkada rojava û cîhana rojava ye.[4] Metroya New Yorkê nehemîn pergala herî qelebalix a metro ya li cîhanê ye. Di sala 2017an de metroyê zêdeyî 1,72 mîlyar rêwî, di nava hefteyê de 5,6 mîlyon rêwî û di dawiya hefteyê de jî bi giştî 5,7 mîlyon rêwî ragirtiye.[5]