From Wikipedia, the free encyclopedia
Mehmûd Ferşciyan (bi farisî محمود فرشچیان, Maḥmūd-e Farščīyân; 24ê kanûna paşîn 1930 li Îsfehanê) wênesazekî îranî û hostayê wênesaziya mînyatura farisî ye.
Mehmûd Ferşçîyan di malbateke hunermendên îranî de hatiye dinê. Hê di xortaniya xwe de li Îsfehanê ji aliyê wênesazên mînyaturê ve hatiye hînkirin.Li cem mamostayên îranî Hac Axa Mîrza Axa Emamî (1880-1955) û Îsa Behadorî (1905-1986) xwendiye û dibistana hunerî ya pîşeyî ya Îsfehanê qedandiye.Di sala 1980 de li Îtalyayê dest bi xwendina hunerê kir û li wir çend dîploma wergirt.[1] Piştî ku vedigere Îranê, di Dezgeha Giştî ya Hunerên Bedew de, ku piştre bû Wezareta Rewşenbîrî û Hunerê, kar dike. Mehmûd Ferşçîyan niha li DYAyê dijî.[2] Mehmûd Ferşçîyan berhemên klasîkên farisî yên wekî Şahnameya Firdewsî, Çarîna Omer Xeyam û çapên lawebêjên Hafizê Şîrazî wêne kir.Wêneyên wî di gelek muzexane û pêşangehên cîhanê de hatine nîşandan û di berhevokên navneteweyî de ne.[3] Di sala 2001 de wî muzexaneya xwe li Tehranê vekir, Muzeya Ferşçîyan li Kompleksa Çandî û Dîrokî ya Se'dabad.[4] Di sala 2008an de zêdetirî 70 berhemên Ferşçîyan li wir hatin nîşandan.[5]
Wêneyên bi boyaxê avî, guaj, tabloyên zêtî û akrilîk ên Mehmûd Ferşçîyan li bazirganiya hunerê bi bihayê 20 hezar dolaran heta 475 hezar dolarî ne.[6][7]
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.