From Wikipedia, the free encyclopedia
Marcel Marceau an bi navê xwe yê fermî Marcel Mangel (jdb. 22ê adara 1923an - 22ê îlona 2007an) lîstikvan û hunermendê mîmiyê yê fransî bû ku bi kesayetiya xwe ya sehneyê "Bip the Clown" gelek navdar bû. Wî mîmê wekî hunera bêdengiyê bi nav kir û zêdetirî 60 salan li seranserê cîhanê bi awayekê profesyonel performans kir.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Goristana Père-Lachaise, Grave of Marceau (d) |
Navê jidayikbûnê |
Marcel Marceau |
Nasnav |
Bip, Le mime Marceau |
Hevwelatî | |
Cîwar |
Strasbourg (- |
Perwerde | |
Pîşe |
Mime artist, aktor, clown, circus performer, French resistance fighter, wênesaz, lithographer, visual artist |
Salên çalak |
- |
Hevjîn |
Ella Jaroszewicz (d) |
Endamê | |
Artêş |
1ere armée (d) |
Şerê tevlêbûyî | |
Bejn |
1,73 m |
Bandorbar | |
Xelat | Lîsteya berfireh Officer of the Legion of Honour (en) Orden al Mérito Docente y Cultural Gabriela Mistral (d) Knight of the French Order of Academic Palms (d) Honorary doctorate from Princeton University (d) Commandeur des Arts et des Lettres (en) Commander of the National Order of Merit (d) Prix du Brigadier (en) () Q3319528 () |
Wek ciwanekî cihû, ew bi veşartî dijiya û bi berxwedana fransî re di piraniya Şerê Cîhanê yê Duyem de xebitî. Piştî şer wî li Parîsê hunera dramatîk û mîmîkê xwend.
Marceau ku wekî "rêberê hunera bêdeng" tê zanîn, li Strasbourg - Elsasê ji dayik bû wek zarokê Charles Mangel û Anne Werzberg.[1] Dema ku ew çar salî bû, ew û malbata xwe ya bi eslê xwe cihû koçî Lille kirin, tevî ku ew di destpêka xortaniya xwe de vegeriyan Strasbourgê. Di 16 saliya xwe de, dema ku leşkerên alman bi destpêka şerê cîhanê yê duyem êrişî Fransayê kirin, Marcel û malbata wî neçar man ku mala xwe biterikînin û reviyan Limoges. Bavê wî qesabekî cihû bû, ji aliyê Gestapoyê ve hat girtin û sirgûnî kampa komkirinê ya Auschwitzê hat kirin.[2]
Marcel û birayê wî Alain, biryar dan ku paşnavê Marceau bigirin da ku eslê xwe yê cihû veşêrin. Paşnav ji bo bîranîna François Séverin Marceau-Desgraviers, generalê Şoreşa Fransî hate hilbijartin. Herdu bira li Limoges beşdarî berxwedana Fransayê bûn û li wir gelek zarokên cihû ji kampên komkirinê rizgar kirin (li gor hin versiyonan 350 zarok).[3] Paşê, her du bira tevlî hêzên Fransaya Azad ên Charles de Gaulle bûn.
Marceau di sala 2007an de piştî kariyereke serketî wek hunermendê mîmiyê li Limogesê mir.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.