![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/69/Istanbul_gaypride_2008.jpg/640px-Istanbul_gaypride_2008.jpg&w=640&q=50)
Mafên kesên LGBT li Tirkiyê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kesên lezbiyen, gey, bîseksuel û transgender (LGBT) li Tirkiyeyê bi kêşeyên hiqûqî re rû bi rû ne ku niştecihên ne LGBT rastî wan nayin. Mafên kolektîva LGBT yên Tirkiyeyê li gorî gelek welatên din ên ku piraniya wan misilman in, bi pêşkeftî tê dîtin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/6/69/Istanbul_gaypride_2008.jpg/640px-Istanbul_gaypride_2008.jpg)
Di sala 1858an de Împeratoriya Osmanî - ya ku beriya Komara Tirkiyeyê ya îroyîn bû - zagonek nû ya cezayê pejirand, ku êdî tu maddeyên eşkere yên ku homoseksueliyê sûcdar dikin, tunebû. Qanûna Cezayê ya Osmanî ya 1858an bi giranî di bin bandora Qanûna Napoleonî de bû, wekî beşek ji reformên berfirehtir ên serdema Tanzîmatê.[1] Li gorî Peymana Jenevê ji sala 1951ê û vir ve LGBT mafê penaberiyê li Tirkiyeyê heye [2], lê ji bo hevzayendan heman parastinên qanûnî ji bo hevjînên heteroseksuel nayên dayîn. Ji sala 1988an û vir ve destûr tê dayîn ku mirovên transgender zayenda xwe ya qanûnî biguherînin. Tevî ku parastina cihêkariyê ya di derbarê meyla zayendî û nasnameya zayendî an îfadeyê de bi qanûnî hate nîqaşkirin, lê hêj nehatiye qanûnkirin.