Mac OS X
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mac OS X, (wek "Mak oes ten" tê xwendin) yek jî versiyonên Pergaleke Xebatê Macintosh e, ji aliya Apple Inc. hatê dewlemend kirin. Versiyona dawî a Mac OSê ye.
Mac OS X | |
---|---|
| |
Logoya Mac OS X | |
Ziman | almanî, inglîzî, erebî, Mexican Spanish, spanî, ketelanî, korêyî, Zimanê kroatî, danîmarkî, Zimanê slovakî, fînî, fransî, zimanê yewnanî, zimanê îbranî, zimanê mecarî, îndonezî, îtalî, japonî, holendî, Brazilian Portuguese, portûgalî, Zimanê rûmenî, zimanê rûsî, çekî, tirkî, zimanê ûkraynî, Zimanê viyetnamî, Simplified Chinese, Traditional Chinese û Zimanê norwêcî |
Dema avabûnê | |
Damezrîner | |
Dema weşandinê | 24 adar 2001 |
Jê çêbûyî | |
Pêk tê ji |
|
Malper | apple |
| |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Mac OS X di eslê xwe de li ser bingeha Darwin, pergala xebitandinê ya çavkaniya vekirî ya ku li ser mîkrokerneya BSD û Mach hatiye ava kirin. Piştî ku Apple ji bo mebestên xwe ev pergal pêş xist, ew Aqua yê wekî navnîşa bikarhêner a Mac OS X pêş xist. Bi giştî bingeh û hin pêkhatên pergalê çavkaniya vekirî ne, lê piraniya pêkhateyan çavkaniya vekirî nîne.
Li aliyê din, macOS Server pergalek xebitandinê ya cihêreng e ku ji bo serverên Appleê hatiye amadekirin. Her çend ew ji aliyê dîzaynê ve wekî sermaseya Mac OS X be jî, ji Mac OS X cûdadir amûrên rêveberiya pêşkeftî hene.
Di 25ê tîrmeha 2012an de di danasîna Os X Mountain Lion de navê Mac OS X wek OS X hat guhertin. Di Konferansa Pêşdebirên Cîhanê de (WWDC 2016) di 13ê hezîrana 2016an de hat ragihandin ku navê OS X di dema danasîna macOS Sierra ya nû de wek macOS hatiye guhertin.