Mîtolojî
Tîpa çîrok û destanên kevneşopî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Mîtolojî peyveke Grekî ye. Tê wateya destan, çîrok. Mîtologî, ji peyva mît (μυθος) û logos( λογος) pêk tê û wateya wê gotina destanan, çîrokan e. Mîtologî alîkariya zanîstiya dîrokê dike. Dîroknas mîtan analîz dikin û derbarê dema ev mîtan avabûne de agahiyên mezin digirin. Mît dikarin bi devkî yan nivîskî bin. Mît ên Kurdan pirranî bi devkî ne. Şarezayiya Grek a kevn di ware mîtên nivîskî de kaneke dewlemend e.
Di vê gotarê de agahiyên bingehîn ên li ser mijarê kêm in an jî nîn in. |
Têkiliya olan û mîtan jî gelek in. Mît behs û şîroveya kesayetî û bûyerên metafîzîk, awarte dikin. Hin caran bi rastî jî kesayetî û bûyerên wiha qewimîne. Lê mît wan gorî bawerî û dab û nêrîtên civakê diguherîne, guhertiye. Pirraniya kesayetî û bûyerên olî mît in. Peyva efsane jî di heman wateyê de ye. Kurd jî xwedî gelek mîtan e. Wekî destana Gilgamêş, Şoaşyant hwd.