Mîtolojiya yewnanî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Vebêjeyên mîtolojîk ên Yûnanî bi vegotineke muhteşem li seranserê cîhanê bûne xwediyê deng û rêzdariyeke mezin.
Bi nêzîkeyî B.Z. (Berî Zayînê) di sala 725’an de Hêsiodos di Theogonia ya xwe de û dîsa bi nêzîkeyî B.Z di sala 775’an de Homeros di Îlyada ya xwe de, ev vebêjeyên mîtolojîk bi nivîsînê nemir kirine.
Ev vebêje gerdûneke ku pirr dişibe gerdûna îroyîn vedibêjin. Xwedayên xwe û lehengên xwe bi rewşên mirovî ku bi mirovan re hene dişayesînin. Xweda û xwedawendên yewnanî malbateke mezin in. Di vê malbatê de her ferd xwediyê kesayeteke cuda ye.
Li gorî mîtolojiya yewnanî tu tişt ji tunebunê çê nabe ango daring (madde) mêjîn (ezelî) û abadîn (ebedî) e. Ji ber vê jî berî hebûna xweda û xwedawendan jî daring bi awayekî aloz her hebû. Di mîtolojiya yewnanî de ji vî awayê aloz ê gerdûnê re “Xaos” tê gotin.
Di vê mîtolojiyê de afirandin ji civaka maderşahî ber bi civaka pederşahî tê guhertin. Her weke rêveberiya mirovî di rêveberiya xwedayî de jî rêveberî ji bav dibuhure kur û herwiha di buhure neviyan jî.
Di mîtolojiya yewnanî de Maderexak (Gaîa an Gê) xwedawenda yekemîn e. Mirovên ku li Yewnanîstanê dijiyan û bi axê jiyana xwe didomandin, ji ber ku pêwîstiya wan bi bereket û zayîna axê hebû xwedawenda yekemîn Gê dihebandin. Van mirovan zayîna jinê û bereketa axê şibandibûne hevûdu, lewre jî sifateke mê dane axê.
Ji xeynê Gaîa û xwedawendên din ji Xaosê du tiştên tarî jî derket yek ji wan Nîks(Şev) û Erebos tarîya binerdî. Lê ji Nîksê du tiştên ronahiyê jî çêbû; ew Etêr( hewaya jorîn) û Hemera(nav roj) ne.