Mîmar Sînan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Mîmar Sînan[1] an jî Sînanê Mîmar[2] bi navê tevahî belkî Yusif Sînan (an Sinanüddin) bin Abdullah (an Abdülmennan, Ebdurehman, Ebdilkerim[3] (jdb. ~ 1490 li Ağirnasê li nêzîkî Qeyseriyê; m. 17ê tîrmeha 1588an li Stembolê) di dema Siltanên Selîmê yekem, Siltan Silêmanê Qanûnî û Miradê Sêyem avahîsazekî osmanî bû. Di warê mîmariyê de sernavên rûmetê yên wekî Koca Mîmar Sinan Axa (bi osmanî: قوجه معمار سنان آغا, lat. Ḳoca Miʿmār Sinān Āġā) wergirt.[4] Bi nasnavê “Sînanê Mîmar” (Mîmar Sînan) di nav gel de hat naskirin.
Mîmar Sînan | |
---|---|
![]() | |
Navê rastî | |
Jidayikbûn | c. 1490 ![]() |
Mirin | 17 tîrmeh 1588 ![]() Konstantînopolîs ![]() |
Cihê goristanê | Konstantînopolîs ![]() |
Pîşe | |
Xebat | |
Hevjîn | |
![]() | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Xebata Sînan ku di heman demê de endezyarê înşaetê û plansaziya bajêr jî dixebitî,[5] wek lûtkeya avahisaziya osmaniyan a klasîk tê dîtin. Girîngiya Sînan ji aliyê hemdem û wêjeya pisporî ve bi peyvên wekî "Iqlîdesê serdemê", "Michelangeloyê osmanî"[6] û "Avahisazê herî mezin ê hemû deman"[7] tê xuyakirin.