Laş
From Wikipedia, the free encyclopedia
Laş (ango leş) tê wateya ser û dest û pî û pişt û zik û her dera mirovekê/î yan ajelekê/î.
Di kurdî de leş bi van gotinan jî tê navandin: cesed, cism û gewde.
Zanînên me yên li ser derveder û lebta laşê mirov, hê ji piçûkayî ve, bêhtirên caran nêzîrkî rastiya zanîstî ne. Lê kêm-zêde ew zanîn bi tenê naskirina qaşûl (çerm) û wêne û kêsmê mirov e. Ew wêne bi me xweşik e, yan nexweşik e. Dîtinên û berhemê hunermendên reyalist, yên heyamên berê, bi gelemperî, bûne pîvan û endaza xweşikbûn û nexweşikbûnê.
Di binê çerm de hinav û komên organên(endam) pir têkel û aloz veşartî ne. Em dikarin di wan endaman de parçeyên hê piçûktir bibînin û di wan de jî hê yên piçûktir hene û em dikarin wilo pêde herin ta, ko em bigehine, yên ko ne bi mikroskoban bin nayên dîtin. Her parçe bi form û avakirina xwe ji yên din cê û başqe ye û karûbarê ko pê dirabe jî nîşaneke sereke û taybetî ye.
Avayiya laşê mirov mijara zanistiya, ko jê re dibêjin anatomya ye. Karûbarê, ko laşê mirovî pê dirabe mijara fîzyolojyayê ye. Guhertinên tenduristî yên laşê mirov mijara lêkolînên anatomiya patolojî ye. Guhertinên tenduristî yên karûbarên laşê mirovî mijara lêkolînên fîzolojya patalojî ye. Ev nav tev ji zimanê yûnanî hatine girtin, lê gişt di her zimanî de têne bikaranîn, ew navnetewî ne.