Lewheyekî tektonîk From Wikipedia, the free encyclopedia
Lewheya Anatolyayê, perçeyek tektonîkî ya parzemînê ye ku ji Lewheya Ewrasyayê bi Şikesteka bakurê Anatolyayê û ji Lewheya Ereban jî bi Şikesteka rojhilatê Anatolyayê ji lewheyan tê veqetandin. Erdhejên herî girîng ên li herêmê di dîrokê Erdheja Erzinganê ya sala 1939an şikeseka bakurê lewheyê pêk hatiye û erdheja wêrankar Erdheja Gurgum û Dîlokê ya sala 2023an e ku li başûrê rojavayê lewheyê li ser xeta Şikesteka rojhilatê Anatolyayê pêk hatiye.[1]
Li gorî Muzeya Dîroka Xwezayî ya Amerîkî, pergala veguherînera Anatolyayê "dibe ku di cîhanê de ya herî çalak e".[2] Şikesteka rojhilatê Anatolyayê sinorê bi Lewheya Ereban çêdike.[3] Li aliyê başûr û başûrê rojava ve bi Lewheya Afrîkî re sinor e. Ev sinor bi taybetmendiyên pêçandî yên di nav qalika okyanûsê ya li binê Deryaya Navîn û hem jî di nav qalika parzemînî ya Anatolyayê de diyar dibe. Li qiraxa bakur bi Lewheya Ewrasyayê re xwedî sinorek veguherîner e ku qada Şikesteka bakurê Anatolyayê pêk tîne.