From Wikipedia, the free encyclopedia
Leter, biraştina kundirê, mucver navê xwarinek ji kundirê ye. Berê tenê ji kundirê dihatiye çêkirin, lê niha bi heman awayê ji gizêr, darikên siyaleyê ûêd jî çêdikin.
Mirov dikare wekî kufte jî bibîne lê bêhtir biraşkek e, tê biraştin. Mirov îro dikare bêje "leter kufteya sebzeyên biraştî ye". Sebzeyên hatine kelandin an nekelî, di nava rûn de tên biraştin, dibin leter. Helbet berê ne wisa bûye, leter tenê ji kundirê bûye.
Leter navê gundekî Kopê ye. Herwiha di erdnîgariya Kurdistanê de bi heman navê zevî, zixur, raste hene ku berê lê kundir hatine ajotin.
Bi texmînî leter navê cureyekê kundirê ye, heya bigire navê kundira tirşê ye. Ji vê kundirê ev xwarin dihatiye çêkirin û her navê wê jî wisa maye.
Herdu seriyên kundirê jêbikin, bavêjin û pakij bişon, bişelînin. Çorsane li rêşkerê bidin. Bi destan biguvîjînin, ava wê derînin.
Pîvazên teze ziravane hûr bikin. Pelên hêlizê jî herwiha bişon û hûr bikin. Penîra şûştî bipişirînin an bidin rêşkerê. Ji xeynî xwê, tevayiya berkeliya (melzeme) xwe berdin nava kundirê û tevdin.
Di rûnbirêşkê de rûnê xwe biqijilînin, bi kevçiyê parçeyan gorî dilê xwe amade bikin, bavêjin nav rûnê. Zerayiyê bi herdu aliyan bixin.
Bi kefgîra qulqulkî (kevçîng, mevsik) rûnê wê bidarivînin, raxînin ser kaxeza xwarinê ya rûnê digire. Xwêya xwe pê werbikin, li binikan belav bikin, bînin ser destexaneyê (sifre).
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.