Lîtvanya
Welatekî Ewropayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Lîtvanya an jî Komara Lîtvanya (bi lîtvanî: Lietuvos Respublika) dewleteke rojhilatî ya Ewropa ye an jî gelek caran mîna dewleta bakurî ya Ewropa tê nasîn. Lîtvanya li rojhilatê başûrê Deryaya Baltîk dimîne û ew yek ji Welatên Baltik e. Li bakur Letonya li rojhilatê başûr Belarûs li rojavayê başûr Polonya û Rûsya bi tixubên xwe dorpêçkirine.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên danmarkî û fînî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Lietuvos Respublika | |||||
Komara Lîtvanya | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Tautiška Giesmė | |||||
Zimanên fermî | Lîtvanî
| ||||
Paytext | Vilnius | ||||
Sîstema siyasî | |||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Gitanas Nausėda Ingrida Šimonytė | ||||
Rûerd - Giştî |
65.301 km2 | ||||
Gelhe - Giştî - Berbelavî |
3.384.800 kes 52 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 14ê sibatê, 1009 | ||||
Dirav | Euro | ||||
Dem | UTC+2 | ||||
Nîşana înternetê | .lt | ||||
Koda telefonê | +370 |
Heta sedsala 13emîn Lîtvanya welatê mezintirîn ê Ewropa bû. Belarûs, Ûkrayna û hin beş ji Polonya û Rûsya dibin hikûmeta Lîtvanya ya mezin de bû. Di 1569 de Polonya û Lîtvanya bûne dewleteke hevbeş (Yekbûyîna Lublînê).Ev devleta hevbeş di sala 1795 de ji aliyê cîranên vê dewletê va hate dagirkirin. Piraniya welatê Lîtvanya kete bin destê Împeratoriya Rûsî ta serxwebûna 16 ê sibata 1918a ku vedamezrandina Lîtvanya nû hat danezanîn. Di navbera 1940 û 1945an de Lîtvanya ji aliyê Yekîtiya Sovyetan û Almanyaya Naziyan ve hate dagirkirin. Nêzîkî dawiya şerê cîhanî yê duyem de (1944) Lîtvanya ket bin destê Yekîtiya Sovyetan de. Di 11ê adara 1990î de Lîtvanya bû dewleta yekemîn ku ji Yekîtiya Sovyetan veqetiya û ve-serxwebûna xwe diyarkir. Lîtvanya di 21ê kanûna pêşîn a 2007a de bi temamî bû endamê Yekitiya Ewropayê. Di 2009a de Lîtvanya wê 1000 saliya navê xwe pîroz kê.